HSD: Hijmareke zêde terorîstên DIŞIê di destê me dene
Di vê derbarê de berpirsê têkiliyên derve yên HSDê Ebdulkerîm Omer diyar kir ku heta niha hêzên HSDê karîne zêdetir ji 520 terorîstên DIŞIê yên biyanî bidîl bigirin.
Omer herwiha diyar kir ku HSD niha nikare wan terorîstan darizîne jiber vê yekê lazime civaka cîhanî jî hevkariya wan bike.
Omer eşkere kir ku ev 520 terorîst yên 44 welatên cîhanê ne.
Omer anî ziman ku ji bilî wan 520 terorîstan hevdem 550 jinên terorîstan û 1200 zarokên wan jî di destê HSDê dene.
K24
