• Monday, 23 February 2026
logo

Çavdêrekî siyasî: Çareseriya herî baş a Rakan Cibûrî rawestîne yekxistina nav mala Kurdan e

Çavdêrekî siyasî: Çareseriya herî baş a Rakan Cibûrî rawestîne yekxistina nav mala Kurdan e

Parêzgerê sepandî yê Kerkûkê li ser gendeliyên xwe berdewam e û heman demê de serpereştiya proseya erebkirinê dike û piştî roja pêncşema borî parêzgerê Selahedînê bi dengê parlamenteran ji erk hat dûrxistin, daxwaz tê kirin parêzgerê sepandî yê Kerkûkê jî bi heman awayî ji kar bê dûrxistin. Çavdêrekî siyasî jî amaje bi wê yekê dike ku çareseriya herî baş ku Rakan Cibûrî rawestîne yekxistina nav mala Kurdan e.

Çavdêrê siyasî Kawe Ehmed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Dikare ew dosyayên gendeliya Rakan Cibûrî yên hene li Parlamentoya Iraqê bên aşkera kirin, lê Kerkûk taybetmendiya xwe heye û me dît, tenê ji bo Kerkûkê yasaya taybet a helbijartinê hate derxistin. Divê ew xal jî jibîr nebe û eger çend dosya bên amade kirin dibe ku wek Selahedîn bê kirin û li Kerkûkê eger ew tişt pêkneyê wê demê aşkeraye ku mijara Kerkûkê bi temamî siyasî ye û bo wê jî divê Kurd nav mala xwe de xwe bikin yek.’’

Herwaha got: ‘’Naha ji aliyê îdarî ve dibe mirov nikaribe tiştekî wisa li ser kiryarên Rakan Cibûrî bike û li Iraqê dadgeha federal saziyeke bilind e û me dît dadgeh gelek caran li ser mijarên destûrî jî biryaran dide, ango li gor berjewendiyên welatên herêmê jî kar dike.’’

Çavdêrê siyasî diyar kir, çareseriya herî baş bo ku Rakan Cibûrî bê rawestandin yekxistina nav mala kurd û aliyên siyasî ye. Bi taybet giringîdana rola PDKê ya li bajarê Kerkûkê ye. PDK dikare wê balansa newekhew a piştî xiyaneta 16ê cotmehê derketiye holê, dikare wî balansî rast bike û endamên Kerkûkê yên YNKê hinek bi berfirehtir û kurdaneyî fikir bikin û pêngavên siyasî û kurdane ji bo Kerkûkê bavêjin.

Top