Heyder Ebadî: Fazil Berwarî di têkişkandina DAIŞê de roleke mezin hebû
Roja 20.9.2018 li Hewlêra paytexta Kurdistanê fermandarê firqeya altûnî ya hêza dije teror a Iraqê Lîwa Fazil Berwarî bi sedema celteya dil koça dawî kir.
Di peyannameyekê de Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragehand ku, lîwa Fazil Berwarî di têkişkandina DAIŞê de roleke mezin hebû.
Fazil Cemîl Berwarî sala 1966an li Duhokê ji dayîk bû bi pileyê lîwa, fermandarê fireqeya altûnî ya hêza dije teror a Iraqê bû di vî şerê dawîn ê li dijî DAIŞê.
