• Monday, 16 February 2026
logo

Bi sedan endam û alîgirên partiya Berhem Salih tevlî PDKê bûn!

Gulan Media September 22, 2018 Nûçe
Bi sedan endam û alîgirên partiya Berhem Salih tevlî PDKê bûn!
Berpirsekî PDKê dibêje, bi sedan endam û alîgirên partiyên din bi taybet partiya Berhem Salih tevlî PDKê bûne.

Berpirsê liqa Zaxo ya PDKê Elî Teter ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, di heyama çend rojên borî de zêdetirî hezar endam û alîgirên partiyên din tevlî PDKê bûne.

Elî Teter daye zanîn, ji wan kesên ku tevlî PDKê bûne herî zêde endam û alîgirên Partiya Hevpeymanî û Dadperweriyê (partiya Berhem Salih) ne û gotiye, tevlîbûn hîn jî didome.

Wî berpirsê PDKê aniye ziman ku di hilbijartinên îsal de PDK dê ji hemû partiyên din zêdetir deng bîne û gotiye, dengên herî zêde yên PDKê jî dê li devera Zaxo bên komkirin.

Basnews
Top