Serokê encumena Kerkûkê: Rola Barzanî di referandomê de gelekî girîng bû
Serokê encumena Kerkûkê Rêbwar Talebanî, ku piştî rûdanên 16 Cotmeha par êdî nikare vegere Kerkûkê ji ber wê jî niha li Hewlêrê ye, ji BasNewsê re behsa referandoma serxwebûna Kurdistanê kir û got, di referandoma 25 Îlona par de %86 ji xelkê Kerkûkê û bi giştî %93 xelkê Kurdistanê dengê “erê” dan serxwebûna Kurdistanê.
Rêbwar Talebanî her wiha got, referandom ji ber wê yekê hat kirin ku xelkê Kurdistanê bawerî bi hikûmeta Iraqê nemabû ji ber ku hikûmeta Iraqê nekarî û nexwast di nav 10 salan de xalek ji madeya 140 ya Qanûna Esasî ya Iraqê jî bicîh bîne.
Serokê encumena Kerkûkê behsa rûdanên 16 Cotmeha par û dagîrkirina Kekrûkê jî kir û got, referandom kirin behane û êrişî Kurdistanê û Kerkûkê kirin, hêza serbazî bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî bikar anîn, ev binpêkirina Qanûna Esasî bû. Firsenda wê yekê hebû Kerkûk bi şer dîsa were rizgarkirin lê ji bona ku êdî ti kes nebe qurbanî, rêka sivîl hat tercîhkirin.
Li ser rola Serok Barzanî jî Talebanî got, helbet rola Serok Barzanî di tevahiya qonaxên referandomê de gelekî girîng û mezin bû. Biryara referandomê biryareka dîrokî bû ku bi îsrara Serok Barzanî û alîkariya hêzên siyasî hat dayîn.
Basnews
