• Monday, 23 February 2026
logo

Amerîka: Herêma Kurdistanê nimûneya pêkvejiyanê ye

Amerîka: Herêma Kurdistanê nimûneya pêkvejiyanê ye

Konsulxaneya Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, Herêma Kurdistanê di nava sî salên borî de nimûneyeke erênî ya giyanê hevqebûlkirin û pêkvejiyana aştiyane bû li seranserê navçeyê.

Di daxuyaniya Konsulxaneya Amerîkayê de hatiye diyarkirin, Amerîka bi hevbeşiya girîng a ligel gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hevahegiya di çaksaziya siyasî û aborî de ku dibin faktora pêşxistina demokrasî, mafên mirovan, pêşveçûna aborî û serweriya yasayan şanaziyê dike.

Herwiha hatiye destnîşankirin, Amerîka bi kêfxweşiyê ve li hevahengiya berdewam a ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo bihêzkirina asayîş û geşbûn û xweragiriya Herêmê di çarçoveya Iraqeke federal de dinêre.

 

Basnews

Top