• Monday, 16 February 2026
logo

Çavdêrekî Îsraîlî: Hikûmet û gelê me jî piştgiriya kurdan dikin

Gulan Media September 21, 2018 Nûçe
Çavdêrekî Îsraîlî: Hikûmet û gelê me jî piştgiriya kurdan dikin
Çavdêrê siyasî yê Îsraîlê Edy Cohen ragehand ku, welatê wî bi gel û hikûmeta xwe ve piştgiriya gel kurd dike Tirkiyê jî ji vê yekê neraziye.

Çavdêrê siyasî yê Îsraîlê Edy Cohen di daxuyaniyekê de ji kenala RT a bi zimanê erebî derbarê bombebaran kirina Sûriyê ji aliyê Îsraîlê ve rageand ku, zanyarî giheştin ewlehiya Îsraîlê ku, Îranê çekan bo Hizbulaha Libnanî vedguheze lewma wan ew êrîş pêkanî.

Derbarê pêwendiyên Tirkiyê û Îsraîlê wî çavdêrê siyasî got ku, di pişti perdê de civînên dualî di navbera herdu welatan de hene û di demeke nêzîk de balyozê Tel Avîv vedgere Enqerê.

Da zanîn ku, desthilata Tirkiyê wekî serokê ereban li ser medyayê axiftinên xirab dike Tirkiyê û di pişt perdê de pêwendiyan dikin û tekez kir ku, xwîna Filistîniyan û Sûriyan li cem Tirkiyê ne giringe lê ji ber welatê me bi gel û hikûmeta xwe ve piştgiriya gel kurd dike Tirkiyê jî ji vê yekê neraziye.

Basnews
Top