• Monday, 16 February 2026
logo

Ji bo her pêşmergeyekî dîl 80 hezar dolar dixwazin

Gulan Media September 21, 2018 Nûçe
Ji bo her pêşmergeyekî dîl 80 hezar dolar dixwazin
Tê gotin, ku 45 pêşmergeyên di şer de dîl ketibûne destê DAIŞê, di dema operasyona Mûsilê de vê carê jî ji aliyê Heşda Şeibî ve hatine destgîrkirin. Nûnerê malbatên pêşmergeyên dîl jî dibêje, hinek kes ji bo azadkirina her dîlekî daxwaza 80 hezar dolar dikin.



Barzan Rehîm yek ji wan pêşmergeyan e, ku beriya 4 sal û 4 mehan bi dîl ketibû destê çekdarên DAIŞê, paşî malbata wî di nav wêneyê pêşmergeyên dîl de wêneyê wî jî dibînin.



Dayika wî, Kafye Mihemed ji Rûdawê re ragihand: “Hinek caran tê xewna min û dibînim baş e lê hinek caran jî dibînim bêserûber e. Hinek caran dibînin dibeze û carna jî ji min re dibêje ez ê vegerim.”



Di dema operasyona kontrolkirina Mûsilê ya hêzên ewlekariya Iraqê de Barzan Rehîm di zîndanên DAIŞê de bûye. Lê paşî hêzên iraqî wî vediguhezine Bexdayê û ji wê demê ve malbata wî helwla azadkirina wî didin lê heta niha hemû hewldanên wan bêsûd bûye.



Zêdan Rehîm ê birayê wî jî dide xuyakirin, ku wan li hemû deriyan daye heta cihê zîndanînikirina wî eşkere kirine û dibêje: “Yekî wek min dizane ku li gel 45 pêşmergeyên din li Bexdayê girtiye, çawa hikûmeta Herêma Kurdistanê nizane ka li kuderê ne? Daxwaza me ji hikûmeta Kurdistanê, Serok Barzanî û Serokwezîr Nêçirvan Barzanî bila ji bo azadkirina wan alîkariyê bidin me.”



Li gorî amarên nûnertiya malbatên pêşmergeyên dîl, di dema operasyona Mûsilê de 45 pêşmergeyên dîlên di destê DAIŞê de ketine destê hêzên iraqî lê heta niha nekarîne bi hewldanên xwe yek ji wan jî rizgar bikin. Tê gotin, ku hinek kes hebûne ku li hember azadkirina her dîlekî daxwaza 80 hezar dolar dikin.



Nûnerê malbatên pêşmergeyên dîl Îrfan Berzencî ji Rûdawê re got: “Heta niha jî bi fermî bersivek nedane me ku bêjin pêşmergeyên dîl li cem me ne û em ê berdin. Lê di nav wan de hinek kes hene, ku li hember pere amade ne pêşmergeyên me bidin me.”



Wezareta Pêşmerge ji bo azadkirina pêşmergeyên dîl hemû rêyên yasayî bikar aniye lê heta niha jî hikûmeta Iraqê bersivek nedaye û piştrast nekiriye ku pêşmergeyên dîl di destê wan de ne. Ji bo vegerandina dîlan jî amade ne xerc û mesrefên pêwîst bikin.

Rudaw
Top