• Monday, 16 February 2026
logo

Faris Osman: Helwesta Rûsya li ser Kurdan ji ya Amerîkayê zelaltir e

Gulan Media September 21, 2018 Nûçe
Faris Osman: Helwesta Rûsya li ser Kurdan ji ya Amerîkayê zelaltir e
Endamê komîteya navendî ya partiya Pêşverû ya Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, li ser doseya Kurdî, helwesta Rûsya ji ya Amerîkayê zelaltir e. Faris Osman herwiha tekezî li ser giringiya hebûna dîplomasiya Kurdî bo parastina gelê Kurd û berjewendiyên wê kir û da zanîn, divê armanca me ya yekemîn parastina herêmên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê be.



Faris Osman diyar kir, çend caran Rûsya tekezî kiriye ku ew piştevaniya mafên Kurdan li Sûriyê dikin, lê li beramberî vê yekê Amerîkayê çend daxuyaniyên berovajî hev li ser pêşeroja xwe li Rojavayê Kurdistanê dane.



Faris Osman got: “Helwesta rûsan zelal e, bi mafên Kurdan re ne, tim û tim dibêjin jî, serokê Rûsya, berdevka wezareta derve û wezîrê derve yê wî welatî gişt dibêjin, divê ku Kurd bigihin mafên xwe, lê mixabin heta niha ew 8 sal in ku helwesta Amerîka nezelal e, yanî tenê têkiliya ku wan daniye, di warê leşkerî de ye, li kuderê disekinin û dê herin kuderê, her roj yek ji wan biryarekê derdixe.”



Wî berpirsê partiya Pêşverû amaje bi giringiya hebûna dîplomasiya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bo parastina herêmên Kurdî û bidestxistina mafên Kurdan kir û daxwaz jî kir, ku rê bi akademisyen, zana û pisporên Kurdî were dan, daku bikaribin rewşa niha şirove bikin û berjewendiyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê zelal bikin.



Faris Osman destnîşan kir: “Bi baweriya me her çiqasê ku dîplomasiya Kurdî hebe û her çiqasê ku bikaribe milletê xwe biparêze, eger bi rêya Amerîkayê re be yan bi rêya Rûsan re be, eger di rêya rejîmê re be, armanca me ya yekemîn divê ew be, ku em bikaribin herêmên xwe biparêzin, milletê xwe biparêzin, vê demê em dê biserkevin û hing; dikarin bêjin dîplomasî heye. Her tim dijminên Kurdan xwestine ku Kurdan ji hev bixin (cuda bikin), eger ku dîplomasiya Kurdî hebûya, em nedigihîştin vê asta niha. Ji ber ku em niha di rewşeke gelek hûr û hesas de ne. Çawan em dê ji vê rewşê derkevin, Idlib li ber çavê me ye, sibe meseleya Idlibê xilas dibe, dunya gişt dê çavê xwe bide ser Rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Firatê. Lewma divê em niha li xwe hişyar bin, eger em dixwazin bibin xwedî dîplomasî, divê em rê bidin hêzên sereke di nava tevgera siyasî ya Kurdî de, rê bidin pisporên Kurdan û rê bidin akademîsyenên Kurdan ku alîkariya tevgera siyasî bikin, rewşê şirove bikin.”

Rudaw
Top