Nûnerê Iraqê li NY: Bila hemû hêzên Tirkiyê ji Iraqê derkevin
Nûnerê Iraqê yêli Neteweyên Yekbûyî bi awayekî fermî li dijî Tirkiyê gilî tomar kir û û xwest, hemû hêzên Tirkiyê ji nav xaka Herêma Kurdistan û Iraqê derbikevin.
Li bajarê NewYorkê yê Amerîkayê roja Sêşemê 17ê Gulana 2022yan civîna Encûmena Ewlekariyê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve li ser rewşa Iraqê hat sazkirin.
Nûnerê Iraqê yê li Neteweyên Yekbûyî Mihemed Husên Bahrlum di civîna Encûmena Ewlekariyê de got, “Êrişên PKKê êdî ji bo hêzên Tirkiyê ne bahane ne ku li nava axa Iraqê bimînin.”
Tirkiyê di sibeha 18ê Nîsana 2022yan de li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê li dijî PKKê operasyoneke nû da destpêkirin. Operasyon li navçeyên Metîna, Zap, Avaşîn-Basyan birêve diçe.
Li gorî marên rayedarên îdarî yên parêzgeha Duhokê ku ji Rûdawê re axivîne, ji sala 1991ê heta 2022an ji ber şerê Tirkiyê û PKKê 380 gund hatin valakirin.
Herwiha di nava çar salên dawî de 34 sivîl ji ber şerê di navbera Tirkiyê û PKKê de jiyana xwe ji dest dan, 15 sivîl jî birîndar bûn.
Di civîna Encûmena Ewlekariyê de ku taybet bi rewşa Iraqê bû, Nûnerê Iraqê bi fermî piştgîriya daxwaza Nêçîrvan Barzanî ya bo rêkxistina hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê kir got, “Êrîşa bi mûşekan a li dijî Hewlêrê zerareke mezin bû.”
Peyamnêrê Rûdawê yê li New Yorkê Mecîd Nîzamedîn Gilî ragihand ku Nûnerê Iraqê di civîna Encûmena Ewlekariyê de bi fermî giliyê Tirkiyê kir û ew tundiya wî ya li hemberî Tirkiyê hebû, ji bo Îranê nebû.
Derbarê rewşa siyasî û pirsgirêkên aliyên siyasî de Nûnerê Iraqê yê li Neteweyên Yekbûyî got: “Hewldanên aliyên siyasî yên Iraqê yên ji bo fêhmkirin û dîtina çareseriyeke guncaw ji rewşa siyasî û avakirina hikumeta nû re berdewam dikin."
Wî berpirsê Iraqê destxweşî li Encûmena Ewlekariyê li Neteweyên Yekbûyî kir ku piştevaniya berdewam ji bo Iraqê di dijî êrişên terorê de nîşan daye û got: “Di meha Nîsanê de hêzên Iraqê ji bo şopandina DAIŞê dest bi helmeteke berfireh kirin.”
Mihemed Husên Bahrlum herwiha got ku welatî wî li ser vegerandina Iraqiyên ku li Kampa Holê pêgîr e.
Di destpêka êrişên Tirkiye yên bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê de li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê bêtirî 600 gund hatin valakirin û 380 gundên parêzgeha Duhokê li ber şer ketine, bi taybetî jî bajêrê Amêdî yê ku 250 gund lê hatine valakirin.
Nûnerê Iraqê di beşekî din a axavtina xwe de de tekezî li ser pabendbûna welatê xwe bo berdewambûna hevkariya bi civaka navdewletî re bo şerê dijî terorizmê re kir û daxwaz jî kir ku “bila xaka Iraqê ji bo çareserkirina arîşeyan û pêkanîna armancên siyasî bi behaneya rûbirûbûna terorê neyê bikaranîn.”
Têkildarî rewşa herêmên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û pêşkêşkirina xizmetguzariyê ji bo wan herêmare jî Mihemed Husên diyar kir ku bi hevehengiya bi civaka navdewletî re aramî dikare vegere herêmên rizgarkirî û got ku pêkanîna binesaziya aborî, tendirustî, elektirîk û rêyan hişt ku gelek penaber vegerin herêmên xwe.
Rudaw
