Hevpeymaniya Feth: Divê namzedê serokkomariya Iraqê bi yekdengîya PDKê û YNKê be
Berdevkê Hevpyemaniya Feth Ehmed Esedî di derbarê namzedê YNKê yê bo serokkomariya Iraqê axivî û got ku ew bi mercekê namzediya Berhem Salih qebûl dikin û got, “Divê namzediya Berhem Salih bi yekdengî û biryara herdu partiyên sereke yên Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê be.”
Wî berdevkê Feth diyar kir ku biryara dawîn divê di navmala Kurd de were dayîn.
Waar.tv
