• Monday, 16 February 2026
logo

Hevpeymanî bo Demokrasî Dadperwerî: Em ê kar û xebatên xwe yên siyasî berdewam bikin

Gulan Media September 20, 2018 Nûçe
Hevpeymanî bo Demokrasî Dadperwerî: Em ê kar û xebatên xwe yên siyasî berdewam bikin
Hevpeymanî bo Demokrasî Dadperwerî ragihand, ku serokê tevgerê Berhem Salih bi awayeke fermî dest ji karkişandina xwe pêşkeş kiriye.

Hevpeymanî bo Demokrasî û Daperwerî, piştî vegera serokê tevgerê Berhem Salih, biryara berdewamkirina karên xwe yên siyasî ragihand.

Endamê Encûmena Damezrêner ê Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî Mihemed Raûf di civîneke çapemeniyê de ragihand, ku serokê tevgerê Berhem Salih bi nameyeke fermî dest ji karkişandina xwe ragihandiye.

Mihmed Reûf da zanîn, ku li gel Berhem Salih çend endamên din ên Hevpeymaniyê jî vegeriyane nav YNKê û got: “Em dixwazin pêgeha siyasî û kesayetî ya birêz Berhem Salih bikeve xizmeta berjewendiya xelkê Kurdistanê, bi taybetî di vê qonaxa hestiyar, ku Iraq û Kurdistan ji nav derbas dibin.

Reûf da xuyakirin, ku bi çûna Berhem Salih Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî hilnaweşe û ew dê kar û xebatên xwe yên siyasî berdewam bikin û diyar kir: “Em dubare dikin, ku wek Hevpeymanî em ê projeyên xwe yên siyasî û sivîl, herwiha buhayên hevpeymaniyê ji bo xizmeta gel û birêvebirina çaksaziyan berdewam bikin.

Waar.tv
Top