• Monday, 23 February 2026
logo

Serokwezîr li gel şandeke IFC civiya

Serokwezîr li gel şandeke IFC civiya

Behsa cîhbicîh kirina projeyên hevbeş hate kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke dezgeha darayiya navnetewî kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro duşem 16ê Gulana 2022an me pêşwaziya şandeke darayî ya navnetewî IFC (International Financial Corporation) kir.

Di civînê de şanda mêwan bi awayeke kurt behsa kar û çalakiyên dezgeha IFC yaku endama koma bankaya navnetewiye kir û hewldanên me jî yên bo reforman di warên cuda de bilind nirxand.

Di mijareke din ya civînê de me giftûgo derbarê pere pêdana hemahengiya navbera dezgeha han û hikûmeta herêma Kurdistanê û derfetên cîhbicîh kirina projeyên hevbeş li gel kerta taybet li herêma Kurdistanê de kir.

Top