• Monday, 16 February 2026
logo

Hevkariyên Amerîkayê yên bo HSDê didomin

Gulan Media September 20, 2018 Nûçe
Hevkariyên Amerîkayê yên bo HSDê didomin
Amerîka berdewame li ser hevkarî kirina HSDê
Amerîka hevkariyên leşkerî û locistîkî yên xwe ên bo hêzên Sûriyeya demokratîk didomîne.

Amerîka ku li Sûriyeyê di şerê dijî DIŞIê de HSD weke hevpeymanê xwe yê yekane dibîne, berdewame li ser hevkarî kirin û perwerde kirina hêzên HSDê.

Her di vê çarçoveyê de di nava çend rojên derbasbûyî de Amerîka zêdetir ji 250 barhelir çek û pêdiviyên leşkerî bo hêzên HSDê şandiye.

Rayedarên Amerîkî dibêjin ku heta terorîstek mabe emê şerê xwe bidomînin û hevkariyên me jî yên bo HSDê bidomin.
Top