• Monday, 16 February 2026
logo

PDK dest ji posta Serokomarê Iraqê bernade

Gulan Media September 18, 2018 Nûçe
PDK dest ji posta Serokomarê Iraqê bernade
Jêderekî bilind ji Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji K24ê re ragihand, PDK dest ji postê Serokomarê Iraqê bernade û kandîdê xwe bo wê postê jî dibe.

Wî jêderî da zanîn, hebûna kandîdê PDKê ti pêwendiya wê yekê nîn e ku kandîdê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo wê postê heye, yan na.

Got jî: “Vê carê postê Serokomar ji bo PDKê dibe û post pişkê PDKê ye wek mezintirîn hêza siyasî ya Kurdistanê û partiyê yekem di hilbijartinên parlemantoya Iraqê de ye.”

Ev di demekê de ye, heftenameya “Destûr” a Iraqî di hejmara xwe ya (4231) de ragihand, li gor rêkeftina ku di navbera hevpeymaniya Fetih û Saîrûn de hatiye kirin, Serokê Parlemantoyê ji hevpeymaniya “Bîna” û Serokwezîr ji hevpeymaniya “Çaksazî” û Serokomar jî ji Partiya Demokrat a Kurdistanê dibin.

K24
Top