'Helbûsî ne girêdayî Îranê ye û nûnerê rasteqîn ê Sunniyan e'
Mihemed Helbûsî di hilbiajrtinên 12ê Gulana îsal ên parlamentoya Iraqê de li ser lîsta Enbarê tevlî hilbijartinan bû û weke parlamenter hate hilbiajrtin. Herwiha di civîna roja 15ê Îlona 2018 a parlamentoya Iraqê de, Helbûsî bi 169 dengan weke serokê parlamentoya Iraqê hat hilbiajrtin.
Helbûsî di dîroka hevçerx a Iraqê de serokê herî genc ê parlamentoya Iraqê ye. Ew berî niha parêzgarê Enbarê bû û di serdema birêvebirina wî erkî de ji aliyê Amerîkayê ve dihat piştevanîkirin.
Piştî hilbijartina Mihemed Helbûsî weke serokê vê xûla niha ya parlamentoya Iraqê de, gelek dengo û zanyarî di medyayan de li ser têkliya Helbûsî û Îranê hatin belavkirin.
Belavbûna wan gotegotan ku amaje bi wê yekê dikin, Helbûsî girêdayî projeya Îranî li Iraqê ye, rastî bertek û nerazîbûna tund a parlamenterên Sunnî yên Iraqê hatiye.
El Cumeylî: Helbûsî girêdayî ti acendayên herêmî nîne
Parlamenterê Iraqî Miqdam El Cumeylî têkidlarî vê mjarê îro Sêşembiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, Mihemed Helbûsî nûneratiya pêkhateya Erebên Sunnî dike û girêdayî ti acendayên herêmî nîne.
Miqdam El Cumeylî ji Rûdawê re ragihand, hilbijartina Helbûsî weke serokê parlamentoyê li gorî heqên hilbijartinê ye û ew nûneratiya pêkhateya Erebên Sunnî dike, piştî ku ji aliyê fraksyona ku nûneratiya Eebên Sunnî yên li parlamentoyê dike, hat berbijêrkirin.
El Cumeylî da xuyakirin: “Berbijêrkirina Helbûsî jibo posta serokatiya parlamentoyê nîşanderê daxwaza cemawerê erebî ye ji bo neratîkirineke rasteqîn di bin bane parlamentoyê de.”
Wî parlamenterê Sunnî yê Iraqî tekez kir: “Helbûsî ti pêwendî bi acendayên herêmî ve nîne, çi Îran be yan jî dewleteke din ve.”
Miqdam El Cumeylî diyar kir: “Fraksyona Îslah û Îmar ku ji aliyê Amerîkayê vet ê piştevanîkirin, hin endamên xwe erkdar kirine ku deng bidin hilbijartina Helbûsî ji bo serokatiya parlamentoya Iraqê û ew yek nîşaneya wê ye, ku Helbûsî weke nûnerê hemû fraksyonên Erebên Sunnî û Şîe û Kurd û Meshîhiyan ye.”
Lêys El Dilêmî: Helbûsî nûneratiya Sunniyan dike
Berdevkê Hevpeymaniya Mêhwera Wetenî, Lêys El Dilêmî jî li ser serkevtina Mihemed Helbûsî û hilbiajrtina wî weke serokê xûla çarem a parlamentoya Iraqê ragihand, ku hilbijartina Helbûsî li gorî deskevtên hilbijartinan e û tekez kir, ku Helbûsî bebijêrê Erebên Sunnî yên Iraqê ye û ji her core pêwendiyeke bi welatên herêmî dûr e.
El Dilêmî ji Rûdawê re got: “Serkevtina Helbûsî di posta serokatiya parlamentoyê de ji destkevtên hilbijartinan û piştgiriya fraksyonê piştî dengdana demokratîk û şefaf li nav parlamentoyê tê. ”
Bi gotina El Dilêmî, “hevpeymaniya bi Fraksyona Bînaa re nayê wê wateyê ku têkilî bi welatên din ên weke Îrnaê re hebe, ku hewl dide, pêwndiyeke baş pê re çê bike.”
Berdevkê Hevpeymaniya Mêhwera Wetenî da xuyakirin, hemû zanyariyên medyayî ku derbarê têkiliya serokê parlamentoya Iraqê bi projeya Îranî re tên belavkirin, “dûr in ji rastiyê û bi ti awayî rast nînin.”
Lêys El Dilêmî destnîşan dike: “Serokê parlamentoya Iraqê di nava gel û siyasiyên Iraqê de gelek hezkirî ye û ew nûnerê Erebên Sunnî ye û ji aliyê fraksyona ku ji bo bidestxistina posta serokê desteya yasadanîna Iraqê hate berbijêrkirin, tê piştgirîkirin.”
El Cerba: Gotinên li ser Helbûsî tenê dengo ne
Parlamenterê Iraqî, Ehmed El Cerba jî derbarê gotegotên li ser pêwendiya serokê parlamentoya Iraqê û welatên herêmî de jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da xuyakirin: “Mijara pêwendiya Helbûsî li gel welatên herêmî tenê gotegot in, ku bêyî li berçavgirtina rastiya wan tên belavkirin, em hewl didin qonaxeke nû bidin destpêkirin, ku cuda be ji qonaxên berê.”
Ehmed El Cerba dibêje: “Hêj zû ye ku em nirxandinê ji serokê niha yê parlamentoya Iraqê re bikin, û em bi awaykê giştî hêviya xêrê ji vê desteya serokatiyê dikin û rijd in li ser çalakbûna desteya serokatiyê bi awayekê erênî, daku hemû nerêniyên ku di xûla berê ya parlamentoyê de çêbibûn, ji holê werin rakirin.”
El Cerba tekez jî kir, ku ew hewl didin Iraqê ji wê aloziya niha derxin û Iraq bibe zincîra pêwendiyê di navbera hemû fraksyon û aliyan û parêzgehan de.
Helbûsî karî razîbûn û piştgiriya piraniya parlamenterên Sunnî yên Hevpeymaniya Mêhwera Wetenîiye bi dest bixe, û zêdetir ji 50 parlamenterên wê hevpeymaniyê razî bibûn, ku ew bi fermî ji bo posta serokê parlamentoya Iraqê bibe berbijêrê wan.
Helbûsî bi ser 9 rikeberên xwe de serket, ku 6 kes ji wan ji rikeveriyê vekişiyabûn. Herwiha Helbûsî karî dengê Erê yê 169 parlamenteran ji 298 dengên parlamenterên Iraqî yên di civîna roja 15ê Îlonê de bi dest bihîne û weke serokê parlamentoya Iraqê hate hilbijartin.
Helbûsî kî ye?
Mihemed Rêkan Helbûsî siyasetvanekî Sunnî yê Iraqê ye û sala 1982ê li navçeya Germe ya parêzgeha Enbarê ji dayik bûye.
Helbûsî di navbera salên 2014 û 2017ê de parlamenterê Fraksiyona Hel anku Çareserî ya Sunniyan bûye, ku Cemal Kerbûlî serokatiya vê fraksiyonê dikir.
Di vê xûla parlamentoya Iraqê de ji aliyê Hevpeymaniya Weteniye ve bo serokatiya parlamentoyê hate berbijêrkirin.
Rudaw
