• Monday, 23 February 2026
logo

Mazlûm Kobanî derbarê biryara Amerîkayê de daxuyaniyek da

Mazlûm Kobanî derbarê biryara Amerîkayê de daxuyaniyek da

Fermandarê HSDê Mazlûm Kobanî darberê rakirina Cezayên Sezar ên li ji ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên di bin kontrola desthilata HSDê de got “Ew dê hêviyê bide hemû gelê Sûriyê.”

Hikûmeta Amerîkayê ragihandibû ku Cezayên Sezar ji ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên di bin kontrola desthilata HSDê de rake.

Li ser vê yekê Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Kobanî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir û tê de wiha dibêje "Em destûrnameya Amerîkayê ji bo herêmên #AANES ji bo ji nû ve avakirina jêrxanê û piştgiriya aboriya me dinirxînin, ev pêngaveke ku dê li dijî DAIŞê derkeve û hêviyê bide hemû gelê Sûriyê. Em pêşwaziya hemû kompanyayan dikin ku li vir veberhênanê bikin."


Li gor biryara Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê êdî veberhêner dikarin di sektorên çandinî, zanyarî û peywendiyan, elektirîk, avahîsazî, aborî, enerjiya pak, veguhastin, tendirûstî, perwerde, pîşesazî û bazirganiyê de veberhênanê li Rojavayê Kurdistanê bikin, bêyî ku ji aliyê hikûmeta Amerîkayê ve ceza li ser wan bê sepandin.

Di Îlona 2014ê de alîkarîkiriya bo şervanan ji aliyê Amerîkayê ve di şerê Kobanê de destpêkir. Piştre hevkariya di navebera Hevpeymaniya Navdewletî  li dijî DAIŞê bi serokayetiya Amerîkayê û HSDê,  bi armanca têkbirina DAIŞê destpêkir û  heta niha jî ew hevkarî berdewam e.

 

Rudaw

 

Rudaw

Top