• Monday, 16 February 2026
logo

Cîgirê Serokê Parlamentoyê peyama Serok Barzanî û gelê Kurdistanê gehande Besrayê

Gulan Media September 18, 2018 Nûçe
Cîgirê Serokê Parlamentoyê peyama Serok Barzanî û gelê Kurdistanê gehande Besrayê
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê di serdana xwe ya yekem de bo Besrayê ragehand, Serok Barzanî û gelê Kurdistanê piştgiriya hemû daxwazên we yên rewa dikin.

Ofîsa ragehandinê ya Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê di daxuyaniyekê de belav kir ku, Dr.Beşîr Hedad di serdanekê de li gel şanda parlamentoyê bi serokatiya serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî bo parêzgea Besrayê ragehand ku, bi hewla xêrxwaz û dilsozan Besra vedgere rewşa xwe ya berê.

Ji ber nebûna ava vexwarinê, xizmetgûzariyan û gendeliyê welatiyên Besrayê ji destpêka meha Tîrmeha borî de li dijî hikûmeta Heyder Ebadî derketin xwepêşandanan.

Bo çareserkirina pirsgirêkên wê parêzgehê şandek ji Parlamentoya Iraqê serdana wî bajarî kir û li pêşiya encûmena parêzgê, parêzgar, stafa îdarî û çendîn kesayetiyên din Dr.Beşîr Hedad rageand ku, Serok Barzanî, Serokê hikûmeta Herêmê Nêçîrvan Barzanî û gelê Kurdistanê piştgiriya daxwazên we yên rewa dikin.

Herwiha tekez kir, malên herêma Kurdistanê bo xelkê Besrayê vekirîne û Parlamentoya Iraqê li ser çareserkirina pirsgirêkên we rijde.

Basnews
Top