• Tuesday, 24 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Navenda Laleşê xwedan roleke berçav û diyare

Mesrûr Barzanî:     Navenda Laleşê xwedan roleke berçav û diyare

Serokwezîrê Kurdistanê hêviya serkeftinê bo navenda rewşenbîrî û çandî ya Laleşê dixwaze.

Bi minasebeta 29 saliya damezrandina navenda çandî û rewşenbîrî ya laleşê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kiriye ku ev jî naveroka peyama hane;

Birêzan endamên desteya bilind ya navenda çandî civakî ya laleşê

Bi helkefta 29mîn salvegera ava kirina navenda çandî û civakî ya Laleşê gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî we û xuşk û birayên Êzidî dikim û hêvî dikim hertim di kar û xebatên xwe de serkeftî bin.

Navenda laleşê xizmeteke hêja û diyar pêşkêşî çanda Kurdî û çanda Êzidatiyê kiriye, destxweşî li we dikim û hêviya pêşkeftinê bo we dixwazim

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî
 

Top