• Tuesday, 24 February 2026
logo

Xwepêşandanên fermanberên zanîngeha Silêmaniyê her diçe zêdetir dibe

Xwepêşandanên fermanberên zanîngeha Silêmaniyê her diçe zêdetir dibe

Duh 11.05.2022yê fermanberên zanîngeha Silêmaniyê xwendingeh boykot kirin û deriyê zanîngehê daxistin. Herwaha amaje bi wê yekê dikin ku heta mûçeyên xwe wernegrin û payeya wan neyê bilind kirin, nakevin salon û polên xwendingehê. Xwandekarên zanîngeha Silêmaniyê li gel mamostayan beşdarî boykotê bûn û daxwaza dayîna maf û fona xwe kirin.

Ji aliyê din ve xwepêşander li Silêmaniyê birêketin û dixwazin biçin pêş ofîsa cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, lê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve rêgirî li wan tê kirin û hewl tê dayîn ku bên belav kirin.

Xwepêşander bi dirûşm û nerazîbûnê ve dibêjin: ‘’YNK bi aşkera pareyê bankayan ê ku parê mûçexwaran de dibe û ti kes jî nizane ew pare dikeve berîka kî?’’

Xwepêşanderekî din jî li pêş mîkrofonên saziyên ragehandinê hewar dikir û digot: Li Silêmaniyê Qubad Talebanî berpirse ji mûçeyê hemû mûçexwaran. Çima li Hewlêrê mûçe tê dabeş kirin, lê li Silêmaniyê nayê kirin. Wê demê Qubad Talebanî berpirsê yekem di ber nedayîna mûçeyê mûçexwarên Silêmaniyê de.’’

Basnews

Top