• Tuesday, 24 February 2026
logo

Parlamentera HDPê: AKP û MHP desthilata şer in

Parlamentera HDPê: AKP û MHP desthilata şer in

Parlamentera Amedê ya HDPê ragihand, ji ber şert û mercên xirab ên aborî ji 4 ciwanan 3 ji wan naxwazin li Tirkiyê bijîn û got “Desthilata AKPê budeceya ku divê bo derfetên kar ên ciwanan veqetîne li şer xerc dike.”

Parlamentera Amedê û Berdevka Encûmena Ciwanan a Partiya Demokartîk a Gelan (HDP) Dersîm Dag,  îro 11ê Gulana 2022ê li Navenda Giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê saz kir û derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Dag ameje bi wê yekê da ku krîza desthilata AKPê û MHPê herî zêde bandorê li ciwanan  û  bi taybet jinên ciwan dike û got “Em dibînin ku bi taybet ciwanên xwendekar hatine wê astê ku êdî nikarin perwerdeya xwe bidomînin. Em dizanin ku desthilata 850 lîre bursê dide xwendekaran bi faîza xwe careke din ji wan dîstîne.”

Dersîm Dag  da zanîn ku ji her 4 ciwanan 3 kes ji ber şert û mercên xirab ên aborî  naxwazin li Tirkiyê bijîn û got “Desthilata AKPê budeceya ku divê bo derfetên kar ên ciwanan veqetîne li şer xerc dike û em dikarin bibêjin ku AKP û MHP desthilata şer in.”

Parlamentera HDPê di beşeke din a axaftina xwe amaje bi 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî jî kir û got “Em di vê 15ê Gulanê de daxwaz dikin ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdê û zimanê fermî.”

Dag axavtina xwe wiha berdewam kir “Em ber bi 15ê Gulanê ve diçin. 15ê gulanê Roja Zimanê Kurdî ye lê her roj em dibînîn ku Kurdî li vê axê çewa tine tê hesibandin û kesên ku ji ber ku zimanê wî Kurdiye çewa tên kuştin, çewa tên lînçkirin û çewa ku li dijî êrişên nijadperest têne. Di vê 15ê Glanê de jî em wê daxwazê dikin ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî û em vê daxwazê dikin ku hemû gelên ku di vê erdnîgariyê de dijîn bi zimanê xwe perwerdehî bibînin û bi zimanê xwe dikaribin jiyana xwe bidomînin.

Îro li Tirkiyê ji bilî Tirkî zimanê herî zêde tê axavtin Kurdî yê lê îro jî Kurdî li Tirkiyê qedexe ye. He jî di parlamentoya Tirkiyê de em dibînin ku Kurdî weke zimanê ku nayê zanîn û biyanî tê pênasekirin. Li dijî vê yekê em li her derî Kurdî diaxivin, dixwînin, difikirin û em li Kurdî xwedî derdikevin.”

 

Rudaw

Top