• Tuesday, 24 February 2026
logo

Hevpeymaniya dijî DAIŞê: Emê li ser piştevanîkirina Pêşmerge berdewam bin

Hevpeymaniya dijî DAIŞê: Emê li ser piştevanîkirina Pêşmerge berdewam bin

Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê piştevaniya xwe bo Pêşmerge dubare kir û ragehand, karê destpêkê wan li Iraqê jinavbirina DAIŞê ye.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ku Amerîka serkirdetiya wê dike, îro çarşemê 11ê Gulana 2022yan li Merakeşa bajarê Mexrîbê (Fas) bi amadebûna wezîrê derve yê Iraqê Fuad Husên û 82 wezîrên din yên derve yên welatên endamên hevpeymaniyê, civiya. Piştî civînê daxuyaniyek hat belavkirin.

Di daxuyaniya Hevpeymaniya Navdewletî de hatiye diyarkirin: “Em di piştevanîkirina Pêşmerge de berdewam dibin û jinavbirina DAIŞê li Iraqê karê me yê herî li pêş.”

Herwiha hatiye eşkerekirin, ji bo rêlibergirtina li serîhildana DAIŞê, alîkariyên wan ji bo hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê berdewam dibin, li Sûriyê jî alîkariya hêzên xwecihî dikin.

Civîn bi serperiştiya Wezîrê Derve yê Mexrîbê û Nûnerê Wezîrê Derve yê Amerîkayê birêve çû, nûnerên welatên endamên hevpeymaniyê jî di civînê de beşdar bûn.

Ev cara ewil e ku civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li welatekî Efrîqayê birêve diçe.

 

Basnews

Top