• Tuesday, 24 February 2026
logo

Li Başîkê xortekî kurd hat serjêkirin

Li Başîkê xortekî kurd hat serjêkirin

Li devera Başîk ya Mûsilê xortek bi serjêkirî hat dîtin.

Qaymeqamê nahiya Başîk ya Mûsilê, Zenûn Yûnis ji BasNewsê re got, îro beriya nîvro li nav baxekî gundê Omer Qemçî yê Başîkê termê xortekî 20 salî bi navê Ednan Neşwan Silêman hat dîtin ku serê wî hatibû jêkirin.

Zenûn Yûnis her wiha got, ew xortê ku hatiye kuştin, xelkê gundê Omer Qemçî û kurdekî şebek e. Em nizanin çima û ji aliyê kê ve hatiye kuştin.

Li gorî agahiyên BasNewsê, bavê wî xortê kurd ji aliyê DAIŞê ve hatiye revandin û heta niha jî nayê zanîn çi lê kirine.

 

 

Basnews

Top