Hizbullaha Iraqê gefê li serokwezîrê dahatî yê Iraqê dike
Ebû Talib El-Seidî di gotarekê de li ber alîgirên xwe got: Ew rêketinên di nav hêzên siyasî de, di Perlemana Iraqê de li ser hin postan çêdibin, eger xwîna çekdarên Hizbullahê neba, ti carî ew rêketin nedibûn.
El-Seidî got jî: Ketîbeyên Hizbullah, niha di nav rêzên Heşda Şeibî de şer dikin û karê siyasî nakin û hemû hêza xwe xistine karê serbazî de, Hizbûlla li ser rêbaza rêberê bilind ê berê yê Îranê, Imam Xumeynî dimeşe.
K24
