5 şervanên YPJê di çemê Feratê de xeniqîn
Li gor jêderên ragihandinê, 5 şervanên YPJê di ava Feratê li nêzîkî bajarê Tebqayê, melevanî dikirin, lê hemî tê de xeniqîn û termên sê şervanan li bajarê Eyn Îsa bo axê hatine spartin û yên din jî li bajarê Tebqayê hatine binaxkirin.
Lê heya niha ti daxuyanî di derbareyî vê bûyerê ji aliyê HSDê ve nehatine belavkirin.
Tê zanîn ku Yekîneyên Parastina Jinê, di rizgarkirina gund û bajarên parêzgeha Reqayê de ji nav destên rêxistina DAIŞ, li kêlek YPGê beşdar bûn.
Basnews
