Serokê Parlamentoya Iraqê: Divê mêçeyê parlamentaran bê zêde kirin
Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî ragehand ku, dive piştgirî ji Parlamentaran re were kirin û jiyaneke xweş ji wan re hebe dakuç ew bikarin bi awayeke baş biryaran bidin û yasayan derxin.
Amaje bi wê yekê da ku, dema ew berî niha parlamentar bû mûçeyê wî 7 milyonek û 400 hezar bû û piştî bû parêzgarê Enbarê mûçe bû 6 milyon dînar gelo bi kêmkirina milyonek dînar pirsgirêkek çareser dibe.?
