Li Tirkiyê 27 partî dikarin beşdarî hilbijartinan bibin
Li gor Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Tirkiyê, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê mafê 27 partiyan heye ku beşdarî hilbijartinan bibin.
Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Tirkiyê, amarên partiyên ku dikarin beşdarî hilbijartinan bibin, eşkere kir. Li gor amarên nû 3 partiyên din jî rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan ên pewîst temam kirine û mafê beşdarbûna hilbijartinê bidest xistine. Partiya Dengê Tirkiyê ya Ayhan Bilgen û Partiya Zafer a Umit Ozdag di lîsteyê de cih negirtin.
Li gor lîsteya Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Tirkiyê, partiyên ku dikarin beşdarî hilbijartinan bibin wiha ne:
1 – Partiya Adalet
2- AK Partî
3- Partiya Anavatan
4- Partiya Tirkiyê ya Serbixwe
5- Partiya Yekitiya Mezin
6- CHP
7- DEVA
8- Partiya Çep a Demokratîk
9- Partiya Demokrat
Rudaw
