• Monday, 16 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Helbûsî kir

Gulan Media September 17, 2018 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Helbûsî kir
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li serokê nû yê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî kir û ragihand, “Em hêvîdar in parlamentoya nû pabendê hemû madeyên destûrê be.”



Îro Duşemê 17-09-2018, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi daxuyanieyeke nivîskî pîrozbahî li serokê nû yê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî kir û got: “Ji ber hilbijartina wek Serokê Parlamentoya Iraqê bi dileke xweş pîrozbahiyeke germ li we dikim, ji bo wê erkê ser milê we hêviya serkeftinê dixwazim.”



Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Em hêvîdar in Parlamentoya Iraqê di vê gerê de xwe erkên xwe yên giran bi serkeftî birêve bibe û di warê bihêzkirina bawerî, hevbeşiya rast, hevsengiya di nav pêkhateyan de, di çarçoveya pabendbûna tevahî madeyên Destûra Iraqê de ji bo gihiştina dadperwerî û cîbicîkirina bingehên demokrasî, firehalî û bicîhbûna seqamgiriya siyasî û aramiya li Iraqê û ji bo jiyaneke bi serbilindî û xweşguzariya hemû pêkhateyên wî de rola xwe bilîze.”



Barzanî got: “Bi geşbîniyeke mezin em li rola we meyze dikin û hêviya serkeftinê ji we re dixwazin.”



Roja 15ê Îlona 2018ê Parlamentoya Iraqê bi 169 dengan Mihemed Helbûsî wek serokê nû yê parlamentoyê hilbijart.



Helbûsî kî ye?



Mihemed Rêkan Helbûsî sala 1982ê li navçeya Germe ya parêzgeha Enbarê jidayik bûye.



Helbûsî di navbera salên 2014 û 2017ê de parlamenterê Fraksiyona Hel an ku çareserî ya Sunniyen bû, ku serokatiya vê fraksiyonê Cemal Kerbûlî dike.


Rudaw
Top