Keçeke Kurd li herêmeke Almanyayê bû parlamenter
Keçeke Kurd a ji Bakurê Kurdistanê li herêma Schleswig-Holstein a Almanyê di hilbijartinên 8ê Gulanê de ji bo parlamentoya wê herêmê hat hilbijartin.
Seyran Papo, keçeke ji dayikbûya Cizîra Bakurê Kurdistanê yê û li paytexta herêma Schleswig-Holstein (Şlesvîg Holştayn) Kielê ya li bakurê Almanyayê ji bo parlamentoya herêmê wek berbijêra partiya Yekîtiya Demokratên Kristiyan (CDU) hat hilbijartin.
Seyran Papo beriya hilbijartinê ji Rûdawê re axivî û got “ Ez li vê derê mezin bûme û CDU gelek derfet da me. Derfet da Kurdan jî wek mîna di dema şerê DAIŞê de me dît hingê wek partî jî, ne tenê li Schleswig-Holsteinê li Bundestagê jî me çek da Pêşmergeyan ji bo ku le hemberê wan barbarên DAIŞê bikaribin xwe biparêzin. Ew jî sedemeke gelek giring e an jî dema Pêşmerge anî Almanyayê rahênanê dan wan ew perwerde kirin. ev jî xeteke wihaye ku divê em di hemû partiyan de cihê werbigrin, bi taybetî di CDU de.”
Seyran Papo diyar kir “Ji xeynî Almanî Îngilîzî di dibistanan de tê dayîn. Hûn dikarin Zimanê me Kurmancî an jî yên Tirkî û Erebî bikin nav dersan. Di vî warî de xebatên me hene. Em dixwazin ji bo zimanê Kurdî jî li dibistanên Schleswig-Holsteinê bibe zimanekî fermî.”
Ji CDU Serkeftina Dîrokî
Di hilbijartinên meclisa li herêma Schleswig-Holstein a Almanyayê hatin lidarxistin de partiya Yekîtiya Demokratên Kristiyan (CDU) ji sedî 43.4ê dengan stend.
Bi vê encamê CDU serkeftineke dîrokî bi dest xist û CDU li Schleswig-Holstein a bakurê Almanyayê ji sala 1987'an û vir ve dengên dengên herî zêde bi dest xist.
Rudaw
