Li Fas bota koçber û penaberan noqî avê bû: 44 kes mirin
Bota penaberên ji bajarê Abu Khatar a li perava Atlantîk a Fas ango Maroko ve xwestin derbasî giravên Kanarya yên Îspanyayê bibin noqî avê bû û herî kêm 44 koçber û penaberan jiyana xwe ji dest dan.
Li başûrê Fasê penaberên xwestin biçin Îspanyayê birê ketin û bota wan noqî avê bû. Piştî bûyerê Berdevka Gruba Parastina Koçberan a Caminando Fronteras, Helena Maleno daxuyaniyek da û got, ji bûyerê 12 kes rizgar bûne û hatine girtin û termê 7 kesan jî hatiye dîtin.
Helena Maleno ragehand, di bûyerê de 44 kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî hîn di behrê ango deryayê de mane û li herêmê xebatên lêgerînê berdewam dikin.
Meha borî ya Adarê jî li bajarê Tarfaya ya li başûrê Atlantîk a Fasê bûyerekî heman awayî pêkhat û jin û zarok û pitik jî di nav de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Basnews
