4 Parlamentarên kurd rikberiyê li ser posta cîgirê duyem ê serokê Parlamentoyê dikin
Endamê Parlamentoya Iraqê li ser firakisyona PDKê Dr. Mihemed Şakir ji BasNewsê ragehand ku, ew kesên xwe bo posta cîgirê duyem ê serokatiya Parlamentoyê Iraqê kandîd kirine û sîviyiên xwe belav kirine heta niha her yek ji Beşîr Hedad ji Firakisyona PDKê, Mûsena Emîn ji Yekgirtû û Ehmed Hac Reşîd ji Komele.
Derbarê kandîd kirina Ala Talebanî wî parlamentarî got ku, heta niha wî Sîviya Ala Talebanî nedîtiye, lê tevgera Ala Talebanî di nav endamên Parlamentoyê diyar dike ku, ew bi niyete xwe kandîd bike.
Aşkare kir ku, her çende Ala Talebanî li ser lîsta Sunne xwe bo helbijartinên Parlamentoyê xwe kandîd kiribû, lê dixwaze li ser bişka kurdan xwe bo posta cîgirê serok xwe kandîd bike.
Basnews
