Keçeke 12 salî ya ji Efrînê ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye birin
Keça bi navê Meryem Ferîd Mihemed a 12 salî ya ji Efrînê li Kobaniyê ji 31ê Cotmeha 2021an ve ji bo leşkeriyê hatiye birin. Bavê Meryemê got “Tenê ew keça wî heye û Ciwanên Şoreşger ew birin û daxwazim keça min li min bê vegerandin.”
Meryem Ferîd Mihemed di dema dagirkirina Efrînê de bi malbata xwe re koçberî gundê Şêranê yê Kobaniyê dibe.
Bavê Meryemê, Ferîd Mihemed ji Rûdawê re got, ku ew 4 mehan li keça xwe geriya ye, di dawiyê wê li Hesekê dîtiye. Ferîd Mihemed da zanîn dema ku xwestiye keça xwe vegerîne, keça wî ji bo cihekî din hatiye birin û heta niha ti agahiyek di derbarê keça xwe de nizane.
Herwiha bavê Meryemê got “Tenê ew keça wî heye û Ciwanên Şoreşger ew revandine û daxwazim keça min li min bê vegerandin.”
Ferîd Mihemed bavê Meryemê beşdarî bultena Rûdawê taybet bo Rojava bû behsa birina keça xwe kir.
Ferîd Mihemed diyar kir ku ji ofîsa HSDê ya Heskê jê re telefon kirine da ku biçe Hesekê keça xwe vegerinê û wiha berdewam kir “Ez çûm Hesekê ofîsa HSDê, em rûniştin piştî nîv demjimêrî keça min anîn. Dema keça min anîn bi qasî 10 deqeyan pirî ku ez digiriyam min nikaribû pê re biaxivim. Piştî 10 deqeyan berpisê ofîsê ji min re got xalo karê me heye divê em biçin. Mon jî ji wan re got ez hatime ku hûn keça min bidin min. Keçika min ji ber min rakirin birin û nedan min. Heta niha min derek nehişt ku ez lê geriyam. Ez diçim kê derê ji min re dibêjin ne karê me ye. Min jî got başe karê kê ez herim cem wan. Heta meseleya keça min gihîşt ofîsa hevalê Mezlûm Ebdî, dîsa tiştek jê derneket.”
Bavê Meryemê got jî “Tenê ew keça wî heye, ji qehra ez û diya Meryemê nexweş in.”
Herwiha Ferîd Mihemed da zanîn ku keça wî ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye birin û niha li Hesekê ye û got “Keça min dixwest vegere malê, nehiştin.”
Li aliyê din Mihemed ragihand ku ewz daxwaz dike keça wî lê bê vegrandin lê Ofîsên parastina Zarokan guh nedane wî.
