• Tuesday, 24 February 2026
logo

Li Mexmûrê 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Li Mexmûrê 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Hikûmeta Iraqê ragihand, 3 çekdarên rêxistina DAIŞê di kemîneke hêzên wî welatî de li sînorê qezaya Mexmûrê hatine kuştine.

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê, Yehya Resûl di daxuyaniyekê de ku roja Yekşembê 8ê Gulanê belav kiriye, kuştina 3 çekdarên DAIŞê li sînorê Mexmûrê ragihandiye.

Li gor daxuyaniyê, ew sê çekdarên rêxistina DAIŞê li bilindahiyên Girav ketine kemîneke Lîwaya 51 a Bejahî ya artêşa Iraqê û di encamê de her sê çekdar hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de zanyariyên zêdetir li ser bûyer nehatine dan û nasnameya çekdaran jî nehatiye aşkerekirin.

Bilindahiyên Girav dikeve destpêka Çiyayê Qereçûxê li sînorê qezaya Mexmûrê û ji sala 2017an ve û piştî kontrolkirina bajarê Mûsilê ji aliyê hêzên hikûmeta Iraqê ve, bûye cihê xwe veşartina çekdarên DAIŞê.

 

Rudaw

Top