• Tuesday, 24 February 2026
logo

Belcîka û Kurdistanê têkiliyên xwe berfiretir dikin

Belcîka û Kurdistanê têkiliyên xwe berfiretir dikin

Serokwezîr li gel balyozê Belcîkayê yê li Îraq û Urdinê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Belcîkayê yê li Îraq û Urdinê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî wisa derbarê naveroka civînê de nivîsand;

Îro duşem 9ê Gulana 2022an me pêşwaziya balyozê Belcîkayê yê li Îraq û Urdinê Filip Vanden Bulcke kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê pêşhat û guhertinên dawî yên di nava prosesa siyasiya Îraqê, herêma Kurdistan, rewşa ewlekarî ya deverê û pêşde birina têkiliyên navbera Belcîka û herêma Kurdistanê de kir û tekez li ser girîngiya pêşde birina têkiliyên du alî di tevahiya waran de bi taybetî di warê abûrî de kir.

 

Top