• Monday, 16 February 2026
logo

Parêzgerê ne rewa yê Kerkûkê 6 berpirsên kurd ji erk dûrxistin!

Gulan Media September 15, 2018 Nûçe
Parêzgerê ne rewa yê Kerkûkê 6 berpirsên kurd ji erk dûrxistin!
Parêzgerê ne rewa yê Kerkûkê 6 berpirsên kurd ji erkên wan ên li bajar dûrxist û şeş kesên ereb û tirkmen di cîha wan de danî, ku ev jî yek ji encamên xiyaneta 16ê cotmehê ye.

Li gor nivîsa ku roja 13.09.2018ê derket û îmzaya parêzgerê ne rewa yê Kerkûkê Rakan Seîd Cibûrî li ser e, ew şeş berpirsên kurdên di şaredariya Kerkûkê de ji kar hatine derxistin.

Hat zanîn di cîhê wî 6 berpirsên kurd de bi fermana Rakan Cibûrî ve 6 kesên ereb û tirkmen hatin danîn.

Piştî dagirkirina bajarê Kerkûkê milîsên Heşdî Şeibî bi awayek ne yasayî Rakan Seîd Cibûrî wek parêzgerê bajarê Kerkûkê destnîşan kirin.

Basnews
Top