Cemedana Ramîn pêşkêşî zarokekî Kerkûkî bû
Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, malbata wî zarokê Kerkûkî li bajarokê Banê Meqan yê ser bi Kerkûkê ve pêşwazî li malbata Ramîn Husên Penahî kir. Malbata Ramîn jî cemedana Ramîn û ala Kurdistanê pêşkêşî wî zarokî kirin.
Ramîn Husên Penahî bi tometa endametiya di partiyeke siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê di 23 Hezîranê 2017an ji aliyê desthilatên Îranê ve hatibû girtin, di 25ê Çileya 2018an biryara bidarvekirinê jê hat derkirin û roja 8ê Îlonê hat bidarvekirin.
K24
