• Monday, 16 February 2026
logo

Dexîl: Kursiyê Serokomariyê, mafê Kurdan e

Gulan Media September 15, 2018 Nûçe
Dexîl: Kursiyê Serokomariyê, mafê Kurdan e
pdk heta niha gelek fedakarî kiriye
Wekîla Kurd û Êzîdî ya Parlamentoya Iraqê ya berê Viyan Dexîl got ku kursiyê Serokomariyê, mafê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye.

Li gor nûçeyeke peyama kurd Dexîl di televîsyonekê de axivî û got ku PDK berê, ji bo berjewendiyên partiyên Kurdan gelekî xebitî û pir fedakarî kirin. Ji ber vê yekê, vê carê kursiyê Serokomariyê, mafê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye.

Dexîl wiha berdewam kir: “Heye ku di demeke nêzîk de Serok Mesûd Barzanî ji bo Serokomariya Iraqê, namzetekî nîşan bide.”
Top