• Monday, 16 February 2026
logo

Namzedekî Hevpeymaniyê: Berhem Salih bi serê xwe biryara baykota hilbijartinan da!

Gulan Media September 15, 2018 Nûçe
Namzedekî Hevpeymaniyê: Berhem Salih bi serê xwe biryara baykota hilbijartinan da!
Namzedekî partiya Hevpeymanî û Dadperweriyê (Hevpeymanî) ya Berhem Salih dibêje, serokê Hevpeymaniyê bi serê xwe biryara baykotkirina hilbijartinên Kurdistanê daye!

Çend roj berê serokê Hevpeymaniyê Berhem Salih, piştî ku bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir, ragihand, ew beşdarî hilbijartinên Kurdistanê nabin.

Namzedekî Hevpeymaniyê bo hilbijartinên Kurdistanê bi navê Xetab Omer li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, serokê Hevpeymaniyê Berhem Salih, bi serê xwe ew biryar daye ji ber ku haya me ji wê yekê nîne. Piştî ku me zanî wî biryara baykotê daye em gelekî aciz bûn.

Xetab Omer her wiha got, ez niha namzed im û ji namzediya xwe jî paşde venakişim. Ezê beşdarî hilbijartinan bibim û baykot nakim ji ber ku biryara Berhem Salih li dijî demokrasiyê ye.

Basnews
Top