• Tuesday, 24 February 2026
logo

Polîsê Nînovayê: Rewşa Şingalê niha arame

Polîsê Nînovayê: Rewşa Şingalê niha arame

Ev çend roj bû di navbera artêşa Îraq û YBŞê de pevçûn û alozî hebûn.

Efserek ji birêveberatiya polîsê Parêzgeha Nînovayê ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, derbarê rewşa Şingalê de peyviye û ragihandiye ku niha rewşa Şingalê arame.

Ev Efserê han diyar kiriye ku, endamên YBŞ ji nava navenda Şingal û derdorê vekêşane û niha ti endameke wan di nava bajar de nemaye lewre niha rewşa vê deverê arame.

Ev Efserê han balkêşandiye ser vê yekê ku endamên YBŞê berê xwe dane çiyayê Şingalê û liwir mane.

Weke tê zanîn beriya cejna Remezanê alozî û pevçûn di navbera YBŞ û artêşa Îraqê de çê bibibûn û di encam de hijmareke gelek zêde ji şêniyên deverê aware bibûn.

 

 

Top