• Monday, 16 February 2026
logo

Brett McGurk û Qasim Suleymanî bi veşartî hevdîtin kirine!

Gulan Media September 15, 2018 Nûçe
Brett McGurk û Qasim Suleymanî bi veşartî hevdîtin kirine!
Tê gotin ku nûnerê taybet yê serokê Amerîka di şerê DAIŞê de Brett McGurk û fermandeyê hêza Quds ya pasdarên Îranê Qasim Suleymanî bi awayekî veşartî hevdîtin kirine!

Rojnameya erebî ya bi navê “El Cerîde”, ku li Kuwêtê derdikeve, ji zarê pasdarekî Îranê ragihandiye, Brett McGurk û Qasim Suleymanî roja 11 vê mehê hevdîtin kirine, hevdîtin jî veşartî bûye.

Wê rojnameyê daye zanîn, McGurk ji Suleymanî re gotiye ku destê Amerîka di şewitandina konsolxaneya Îranê li bajarê Besra yê Iraqê de nebûye û jê xwastiye, nehêle hêzên alîgirên Îranê êrişî konsolxane û nûnertiyên Amerîka yên li Iraqê bikin.

Di wê hevdîtina veşartî de, McGurk û Suleymanî behsa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û destnîşankirina kesekî bo serokatiya hikûmeta Iraqê jî kirine.

Li gorî raporta rojnameya El Cerîde, Qasim Suleymanî ji Brett McGurk re gotiye ku Iraq bo Îranê xeta sor e û gotiye, eger Îran êrişî berjewendiyên Amerîka yên li Iraqê neke wê çaxê Îran dê berjewendiyên Amerîka li Iraqê biparêze.

Wî pasdarî û nûnerê serokê Amerîka di şerê DAIŞê de li ser berdewambûna hevdîtin û pêwendiyan jî li hev kirine.

Basnews
Top