• Tuesday, 24 February 2026
logo

Tirkiye gundên herêma Efrînê topbaran dike

Tirkiye gundên herêma Efrînê topbaran dike

Topbaran vê sibê destpê kiriye û hîn jî didome.

Li gor zaniyariyên ku ji herêmê dest ketine, îro şemî danê sibê, artêşa Tirkiyeyê û komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve dest bi topbaran kirina gund û navçeyên curbicur li herêma Efrînê kirine.

Hate zanîn ku artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê gundên Nêrebiyê, Zîwan, Til Cîcan û Til Medîq yên li Şehbayê ya li herêma Efrînê bidijwarî topbaran dikin û topbaran hîn jî didome.

Heta niha derbarê zirarên topbaranê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.

 

 

Top