• Monday, 16 February 2026
logo

YPG: Bûyera Qamişlo divê li pêşiya hewldana çareseriyê nebe asteng

Gulan Media September 15, 2018 Nûçe
YPG: Bûyera Qamişlo divê li pêşiya hewldana çareseriyê nebe asteng
Berdevekê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd ragihand ku bûyera ku li Qamişlo hatiye encamndan divê li pêşiya hewldana çareseriyê yên di navbera hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de nebe asteng.



Di 8ê meha Îlonê de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê di navbera leşkerên hikûmeta Sûriyê û endamên Aasyîşa Rojavayê Kurdistanê de şer derket û di encama şer û pevçûnan de 11 leşkerên hikûmeta Sûriyê û 7 endamên Asayişa Qamişlo jiyana xwe ji dest dan.



Berdevekê YPGê Nûrî Mehmûd derbarê vê yekê de daxuyaniyekî nivîskî da û ev pevçûn wek bûyerek xembar bi nav kir û got: “Ji herdû aliyan jî hejmarek kes jiyana xwe ji dest dan û herwiha bû sedem ku li bajarê Qamişlo rewşeke ne aram û tevlîhev derkeve holê.”



Nûrî Mehmûd wiha got: “Em weke Fermandariya Giştî ya YPGê ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê dixwazin û ji ber bûyerê xemginiya xwe diyar dikin. Dezgehên pêwendîdar di derbarê bûyerê de lêpirsînek berfireh dan destpêkirin û dema bi dawî bibe dê encamên wê bi raya giştî re werin parvekirin.”



Berdevekê YPGê herwiha anî ziman ew bang li herdû aliyan dikin ku di demeke lêgerîna çareseriyê tê kirin, berjewendiyên niştimanî li ber çavan bigirin û wisa tevbigerin.

Rudaw
Top