• Monday, 16 February 2026
logo

Çavuşoglu bo Amerîkayê: Êdî di navbera Tirkiye û YPGê de xwe yekalî bikin

Gulan Media September 14, 2018 Nûçe
Çavuşoglu bo Amerîkayê: Êdî di navbera Tirkiye û YPGê de xwe yekalî bikin
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu got, “Ti wateya wê nîne Amerîka li Sûriyê piştgirî bide YPGê. Ji bo Waşîngtonê dem hatiye biryarê bide ka kî ye hevpeymanê wî.”



Mevlut Çavuşoglu ji sernivîskarê rojnameya New York Times re nameyek bi sernivîsa “Karesata ku li Sûriyê diyar dibe” şand û amaje bi operasyona Idlibê kir û diyar kir, “Niha hikûmeta Sûriyê hewl dide li pêgaha dawîn a hêzên opozîsyona Sûriyê operasyoneke bixwîn pêk bîne.”



Çavuşoglu bibîr xist ku berpirsekî Neteweyên Yekbûyî gotiye eger operasyoneke wiha çêbibe dê bi hezaran kes bibin qurbanî û ev yek jî dê bibe karesateke mezin a sedsala 21an û wiha pêdaçû:



“Lê geşedaneke din ê bixoftir heye. Amerîka piştgiriyê dide YPG ya hevalbendê Esed û bi bacên amerîkiyan alîkariya çek û teqemeniyan dide wan. Raporên dawîn nîşan didin ku di çarçoveya rêkeftina di navbera YPG û Esed de dê YPG ji bo operasyona Idlibê hevkariya rejîmê bike.”



Wezîrê Derve yê Tirkiyê destnîşan kir, ku Hêzên Sûriyeya Dermokratîk (HSD), ku YPG pêşangiya wan dike, hewl dide hevalbendiya Esed di Sûriyeya nû de cihê xwe misoger bike û got: “YPG baskê PKKê ye ku zêdetirî 30 sal in li Tirkiyê tundî û terorê dimeşîne.”



Çavuşoglu got: “Ti wateya wê nîne Amerîka li Sûriyê, tenê çend kîlometreyan dûrê sînorên Tirkiyê piştgirî bide YPGê. Ji lewra ji bo Waşîngtonê dem hatiye biryarê bide ka kî ye hevpeymanê wî.”

Rudaw
Top