• Tuesday, 24 February 2026
logo

Çapemeniya Iraqê: Hêzên ser bi PKKê ji Şingalê vekêşiyan

Çapemeniya Iraqê: Hêzên ser bi PKKê ji Şingalê vekêşiyan

Îro 07.05.2022yê çapemeniya Iraqê bi zimanê çavkaniyekî ewlehiyê ve belav kir, hemû grubên çekdar ên ser bi PKKê ji Şingal û derdora wê vekêşiyane.

Li gor heman nûçeyê hêzên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û hêzên parastina êzîdxanê li nav Şingal û çend navçeyekî derdora Şingalê ve ber bi çiyayê Şingalê ve xwe vekêşiyane.

Herwaha sedemê vekêşanê jî hat ragehandin ku duh xelkê Şingalê xwepêşandan li dijî çekdarên PKKê pêkanîne û daxwaza xwe vekêşandina ji Şingalê ji wan kirine.

Çapemeniya Iraqê dibêje ku naha li nav Şingalê di cîha grubên ser bi PKKê de tenê hêzên polîsê federal û beşek ji artêşa Iraqê hatine bicîh kirin.

Heta naha PKKê bi fermî derbarê xwe vekêşandina ji Şingalê ti daxuyaniyek nedaye.

 

Basnews

Top