Xwendekarekî Kurd piştî 6 salan ji zindana Sûriyê hat azadkirin
Xwendekarekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê piştî 6 salan ji zindana Sûriyê hat azadkirin.
Xwendekarê Kurd ê bi navê Xiyas Mensûr ku berî 6 salan hatibû girtin, bi derxistina biryara lêborîna giştî ya ji aliyê Serokkomarê Sûriyê ve hat azadkirin.
Hikûmeta Sûriyê duh xwendekarê Kurd Xiyas Mensûr ku li zanîngehêHumsê dixwend, berî 6 salan li xaleke pişkinîn û ewlekariyê ya li Humsê hatibû girtin.
Xiyas Mensûr xelkê bajarê Heseke ye û li balafirxaneya Mezê ya ser bi istixbarata asmanî ve girtî bû. Mesûr duh bi selametî gihişte kesûkarê xwe li Şamê û biryar e di demeke nêzîk de vegere Heseke. Xiyas Mensûr li zanîngeha Humsê di beşa Endazyariya Sivîl de master dixwend.
Parêzer Îmran Mensûr pismamê Xiyas Mensûr beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Rojava bû û di derbarê azadkirina pismamê de axivî.
Îmran Mensûr di derbarê azadkirina pismamê xwe Xiyas Mesûr de got “Ji bo dayikên ku zarokên wan 10-12 sal in girtî ne kêfxweşiyeke pir mezin e û ji bo yên ku di zindanan de mane hesreteke pir mezin e.”
Li ser derxistina lêborîna giştî ji aliyê rejîma Sûriyê ve Mensûr nêrînên xwe wiha tîne ziman “Rejîm gihîştiye qonaxeke ku gelek zext lê hatiye kirin. ev rejîm ji sala 1970an ve wexta ku Esed înkilab çêkir ti lêborînek ji miletê xwe re dernexistiye. ev kesên ku hatine berdan ji ber ku zexteke pir mezin lê çêbûye. Ji ber kuştina wan 41 kesan rejîmê dixwest nêrineke din bide xwe. Sûreteke ji xwe re spî bike. ez bawer nakim rejim bi van berdana rûyê xwe spî bike.”
Îmran Mesûr ji bo ku malbat ji aliyê simran ve neyên xapandin bang li wan kir û got “Di destê van kesan de ti çare nema, kesên ku endamê rejîmê ne jî bûne wek mirovên ku peran dixwin ji bo xatirê ku agahiyek bidin xelkê. Ez dizanim berî 5 salan 100 hezar Euro ji hinekan xwestibûn ji bo ku tenê ji wan re bibêjin zarokên wan sax in yan mirî ne. Divê bêhna me hinek fireh be li ber deriyan bisekinin heta ev berdan tev xelas dibin. Divê ev kes nevekin destê simsaran, haya wan ji wan hebe, perên xwe nedin ti kesî.”
Rudaw
