• Tuesday, 24 February 2026
logo

Berpirs û serbazên Swêdê li ser amadebaşiya li Gotlandê axivîn

Berpirs û serbazên Swêdê li ser amadebaşiya li Gotlandê  axivîn

Hêzên Swêdê li girava Gotland bi perwerde û rahênanê ve mijûl in, ew dibêjin; em rojane 8 demjimêr rahênanê dikin û me xwe ji bo hemû egeran amade kiriye.

Piştî gefên Rûsyayê li ser hewldanên Swêdê yên ji bo endambûna NATOyê, artêşa Swêdê li girava Gotland ketine rewşa amadebaşî û rahênanê.

Tîma K24ê weke yekane medyaya Kurdî diçe serbazgeheke artêşa Swêdê ya li girava Gotlandê û li ser amadebaşiya hêzên wan, ligel berpirsên serbazî yên Swêdê axivî.

Serbazekî Swêdê ji K24ê re diyar kir: “Li gor rênimayên serbazî yên Swêdê, rahênana xwebexşan di hefteyekê de çar roj e, cûreke din a rahênanê heşt roj li pey hev, ji bo wan kesên ku serbaz in, herwiha cûreke din jî 13 roj bêyî betlane ye, ji bo hinek warên din ên pêwîstiya serbazî, di demên asayî de eger em li gor rênimayan biçin wisa bû, lê niha em ji ber rewşa necîgir a Gotlandê 30 roj di rahênanê de ne, rahênana herî zêde jî 40 roj bêyî betlane ye.”

Berpirsê Pêwendiyên Artêşa Swêdê yê li Girava Gotlandê jî ji K24ê re eşkere kir: “Artêşa Swêdê her dem amade ye ku welatê xwe biparêze, bêguman eger tiştek rûbide, em ê Swêdê biparêzin.”

Piştî gefên Rûsyayê li dijî Swêdê, ji bilî ku çekên artêşê hatin zêdekirin, hejmareke mezin ji nişteciyên Swêdê jî navê xwe weke xwebexş ji bo berevaniya welatê xwe tomar kirine û li serbazgehên welatê xwe bi rahênanê ve mijûl in.

 

K24

Top