• Monday, 16 February 2026
logo

YNKê yekgirtina di gel Hevpeymaniyê qebûlkir

Gulan Media September 14, 2018 Nûçe
YNKê yekgirtina di gel Hevpeymaniyê qebûlkir
Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi serperiştiya Cîgirê sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl derbarê rewşa Iraqê, helbijartinên Kurdistanê û daxwaza Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadperweriyê ji yekgirtina li gel YNkê civiya.

Encûmena Serkirdatiya YNKê di daxuyaniyekê de ragihand, Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadperweriyê daxwaza yekgirtinê li YNKê kiriye û diyar kir, serkirdatiya YNKê pêşwazî li vê destpêşxeriya Hevpeymaniyê dike û şandeke bilind bo jihevtêgihîtin û encamdana yekgirtinê pêk aniye..

Derbarey rewşa Îraqê û pêkanîna hikûmetê jî YNKê dûpat kir; Bizav dê bên kirin ku hemû alîyên Kurdî bi yek şand seredana Bexda biken û li gor projeyê PDKê û YNKê gotûbêjan digel alîyên din biken.

Waar.tv
Top