Li Koye di bûyerekî hatûçûnê de 13 xwandevan birîndar bûn
Duh 06.05.2022yê di bûyerekî hatûçûnê ya li sînorê qeza Koye de, 13 xwandevanên zanko û peymangehan birîndar bûn.
Li gor zanyariyên geheştin BasNewsê, hin xwandevanên zanko û peymangehên sînorê îdareya Soran dema çûne bo beşên navxwe yên zankoya bajarê Koye, li sînorê nahyeya Sektan otomobîla wan a minibûs li gel otomobîleke din li hev didin û ji ber wê jî 13 xwandevan birîndar dibin.
Li gor zanyariyên BasNewsê birîna hin birîndaran girane û ew ji nexwaşxaneyên sînorê Raperînê re hatine veguhestin û derbarê bûyerê de jî lêkolîn destpê kiriye.
Basnews
