Biden bo Ukraynayê daxwaza alîkariyên zêdetir dike
Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku wan alîkariyên zêdetir ên wek gulletop û amûrên RADARê bo Ukraynayê destnîşan kirine û got, pereyên wan bo alîkariya Ukraynayê destnîşan kiribûn zêde nemane, lewra daxwaz ji Kongresê kir ku pereyên zêdetir veqetîne.
Li gor berpirsekî pile bilind ê leşkerî yê Amerîkî, Amerîka dê bi bihayê 150 milyon dolar 25 hezar gulletopên corê 155 MM û amûrên RADARê yên dije mûşek ji bo keşifkirina bingehên mûşekan ên Rûsî û têkdana sînyalên wan bo Ukraynayê bişîne.
Heta niha Amerîkayê nêzîkîka 3.4 milyar dolar alîkariyên leşkerî pêşkêşî Ukraynayê kirine û ew alîkarî top, mûşekavêjên stinger û mûşekên dije firoke û drone li xwe digrin.
Biden dawiya meha Nîsanê daxwaz ji Kongrêsa Amerîkayê kir ku bo dema 5 mehan 33 milyar dolar wek alîkarî bo Ukraynayê veqetînin, ji wan 20 milyar dolar tenê alîkariyên leşkerî li xwe digre. Herwiha ew dê roja Yekşemê bi rêya vîdeokonferansê derbarê pêşkêşkirina alîkariyan bo Ukraynayê li dijî êrîşa Rûsyayê bo ser wî welatî ligel serkirdeyên G7 û Serokê Ukraynayê Zelensky bicive.
Rudaw
