Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê nifûsa Kurdan a li cîhanê eşkere kir
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê Mihemed Karwanî li ser bingeha belgeyên Neteweyên Yekbûyî li 20 welatan li ser nifûsa Kurdan lêkolîn kir. Karwanî dibêje li cîhanê 70 milyon Kurd hene.
Her çiqas gotina “40 milyon Kurd” a ku bi salan li ser nifûsa Kurdan tê gotin û ji aliyê her kesî ve hatiye hema hema hateqebûlkirin jî, lê heta niha lêkolîneke lihevkirî ya li ser vê mijarê li ber dest nîne. Lê Serokê Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê Mihemed Karwanî got ku ew 6 sal in li ser vê mijarê gelek lêkolîn û xebat kirine.
Mihemed Karwanî ku bû mêvanê Radyoya Rûdawê, got ku ew li ser belge û dosyayên Neteweyên Yekbûyî lêkolînê dikin û piştrast kir ku nêzîkî 70 milyon Kurd li 20 welatan dijîn.
Karwanî got, “Bi rastî ez ji salên 1990î ve li dûv vê mijarê bûm, lê ev 6 meh in ez gelek lêkolînan dikim. Di salên 90î de digotin 40 mîlyon e, min ji xwe pirs kir ku 30 sal şûnde ev hejmar çawa naguhere.”
Çend Kurd li kîjan welatî dijîn?
Li gorî daneyên ku Serokê Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê Mihemed Karwanî berhev kirine û ji Rûdawê re parve kirine, hejmara kurdên 15 welatan wiha ye:
1- Tirkiye û Bakurê Kurdistanê: 32.812.439
2- Îran û Rojilatê Kurdistanê: 18.281.137
3- Iraq û Herêma Kurdistanê: 7.949.571
4- Sûriye û Rojavayê Kurdistanê: 3.642.117
5- Almanya: 1.898.319
6- Welatên din ên Ewropayê: 1.892.691
Rudaw
